Protestoyên xelkê Siwêdayê berdewam dikin

Protestoyên xelkê Siwêdayê yên bi daxwaza çareseriya siyasî û pêkanîna biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî dewam dikin.

Protestoyên xelkê Siwêdayê berdewam dikin
25 îlon, 2023   14:37

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên bi banga hilweşandina rejîma Esed û pêkanîna biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî di meha xwe ya 2′yemenî de dewam dikin.

Bi sedan şênî carek din li qada Seyr (Kerama) kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman.

Xwepêşandêran bankartên bi nivîsên "Jiyan di reseniya xwe de şoreş e, her tim şoreşgerek be", "Ev Sûriyeya mezin e ne Sûriye ya Esed e" û "Kêfxweşiya me ya yekane veguhestina siyasî ya desthilatdariyê ye" vekirin.

Malpera Siwêda 24, ji bajarokê Milihê dîmenek weşand. Di dîmen de bi beşdarbûna girseyeke mezin li ber avahiya şaredariyê, perde li ser nexşerêya Sûriyeyê û wêneyê Sultan Paşa El Etreş û dirûşma "Ol ji bo xweda ye û welat ji bo her kesî" tê rakirin.

(bb)