QSD′ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewandin

QSD′ê ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên li ser şehîdxistina 15 şervanên wê ne rast in.

QSD′ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewandin
25 îlon, 2023   14:22

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X "Twîtterê" parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

′′Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 20, 23 û 24′ê Îlonê de daxuyanî da û îdia kir ku li herêmên Minbic, Efrîn û Serêkaniyê 15 şervanên me di dema hewldana êrişekê de hatine şehîdkirin. Îdiaya wezareta dagirkeriyê ne rast e."

(bb)