Li Efrînê sûcên dagirkeriyê

Nûçegihanê me sûcên hefteyekê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha malbatên çeteyan li Efrîna dagirkirî kirine kom kirin; ji wan derxistina penaberan ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve, bidawîkirina avakirina avahiyeke mêtingehiyê û revandina şêniyan dema ketin û derketina ji kantonê, ferzkriina şertan li welatiyan li beramber ketina malên xwe.

Li Efrînê sûcên dagirkeriyê
24 îlon, 2023   09:08

Di çarçoveya siyaset û planên bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyeyê û dûre tevlêkirina li Tirkiyeyê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe dewam dikin, şêniyan ji bo valakirina herêmê ditirsînin û li şûna wan biyaniyan bi cih dikin.

DERXISTINA 43 PENBARÊN SÛRIYEYÎ JI TIRKIYEYÊ

Li gorî çavkaniyekê ji Cindirêsê, desthilatên dewleta Tirk a dagirker ji Stenbolê 43 penaberên sûriyeyî bi darê zorê şandin kantona Efrînê ya dagirkirî. Ew penaber bi rêya deriyê gundê Hemamê yê Cindirêsê ya kantonê hatin şandin.

AVAHIYÊN MÊTINGEHIYÊ

Di heman çarçoveya sûcan de, dewleta Tirk a dagirker avahiyeke mêtingehiyê ku di destpêka Adara îsalê de avakirina wê dabû destpêkirin, bi dawî ir. Ew avahî li gundê Sindiyankê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye.

Li gorî çavkanî, di avahiyê de 50 yekîne hene, dê tê de malbatên çeteyên ′Şerqiye′ yên ji Dêrazorê bên bicihkirin.

DI DEMA VEGERÊ DE REVANDIN

Li gorî çavkaniyekî din ji kantona Efrînê, îstîxbarata ′Polîsên Sivîl′ a girêdayî dewleta Tirk a dagirker dema 2 welatî vedigerîn Efrînê li Ezazê yê dagirkirî hatin revandin.  Îstîxbaratê li hember serbestberdanê 10 hezar dolar ji malbatên wan xwestin.

Navên revandiyan; Cemîl Hikmet Cafer ji gundê Mamilo yê girêdayî navçeya Raco û Ednan Omer ji xelkê gundê Şorbe yê navçeya Mabeta ye û hîna çarenûsa wan her duyan nediyar e.

DI DEMA DERKETINÊ DE REVANDIN

Leşkerên dewleta Tirk dema welatiyan hewl dida bi rêya sînorên Tirkiyeyê derkevin 70 welatî revandin û radestî çeteyên qaşo ′Têkoşîna li dijî qaçaqiyê′ yên girêdayî wê yên li kantona Efrînê kirin û li ser wan weke ceza lîreyên Tirkî ferz kirin.

′DA KU BIKEVE MALA XWE ŞERT HATIN DANÎN′

Çavkaniyekê din jî diyar kir ku kesekî ji gundewarên başûrê Helebê ku li Efrînê ye, li hember welatiyekî Efrînê li mala xwe bi cih bibe hezar û 500 dolar lê ferz kir.

Heman çavkanî anî ziman ku kesê li mala welatiyê efrînî bi cih bûye tevahî tiştên di malê de dizînin.

(fr)

ANHA