Artêşa Sûdanê: Em amade ne li gorî şertan dan û standinê bi Hêzên Lezgîn re bikin

Artêşa Sûdanê ragihand ku ew amade ye li gorî şertên diyarkirî dan û standinê bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re bikin, her wiha li Xertûmê jî careke din şer û pevçûnan dest pê kir.

Artêşa Sûdanê: Em amade ne li gorî şertan dan û standinê bi Hêzên Lezgîn re bikin
24 îlon, 2023   09:17

Li gorî kanala Al Arabiya Al Hadath, careke din li paytexta Sûdanê Xertûmê şer û pevçûn derket. Vê sibehê artêşê gelek nuqte û hedefên Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarên Xertûm, Um Derman û Xertûma deryayî topbaran kirin.

Al Arabiya diyar kir ku li naverasta Xertûmê li herêmêa sûka erebî û derdora nuqteya fermandariya artêşê dûman derdiket û balafirên bêmirov ên artêşê jî tevgerên Hêzên Piştevaniya Lezgîn li herêma taxên kevn ên li naverasta Um Derman bombebaran kirin.

Di çend rojên berê de li gelek nuqteyên leşkerî, nexasim li navenda fermandariya giştî ya artêşê şerên tund ên her du aliyan rû dan.

Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah Burhan jî got li gorî şertan ew amade ye dan û standinê bi fermandarê Hêzên Pıştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo re bike.

(fr)