Şîrovekirina têgeha edalet û wekheviyê navnîşana atolyeyekê bû

Sazî û rêxistinên jinan têgeha edaletê, wekheviyê di nava civakê de, rêbazên xurtkirina tevlêkirina jinan di jiyana pratîk de bi atolyeyekê nîqaş kirin.

Şîrovekirina têgeha edalet û wekheviyê navnîşana atolyeyekê bû
23 îlon, 2023   12:30

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan, atloyeyek bi dirûşma “Bi edalet û wekheviyê azadî û hevgirtina civakê pêk tê” li dar xist.

Meclisê ji lidarxistina atolyeyê armanc kir ku têgeha edalet û wekheviyê, mafên jinan û erkên wan di civakê de, şîrove bike.

Atolye li hola Ciwan Cafê ya li Qamişlo li dar ket. Nûnerên rêxistin, tevgerên jinan û partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li atolyeyê bûn.

Gerînendeya Rêveber a Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan Şîrîn Colî atloye bi rêve bir û têgeha edalet û wekhevî ji beşdaran re şîrove kir.

Şîrîn got: “Wekhevî; her kesek bê cudabûna ol an reng an zayend an welat na nêrîna siyasî di mafên aborî, siyasî û civakî de wek hev in”

Şîrîn destnîşan kir ku gelek cureyên wekheviyê hene weka wekheviya siyasî, civakî û qanûnî.

Der barê edaletê de jî Şîrîn got: “Cudahiyeke mezin di navbera edalet û wekheviyê de heye. Edalet; her mirovek di aliyê siyasî yan civakî yan aborî de mafên xwe yên rewa bidest bixe.”

Piştî bidawîbûna semînerê, beşdaran xwe dabeşî 5 beşan kir û her beşekê pirsên xwe kirin.

Beşdaran teqezî bi pêwîstiya tevlêkirina jinan di birêvebirina civakê de û bidestxistina mafên xwe di tevahî qadên jiyanê de bi taybet a siyasî de kirin.

(şx)

ANHA