Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê re civiya û rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir.

Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser û şêniyên Dêrazorê  rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
21 îlon, 2023   15:39

Civîn a hola Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê ya li bajarokê Kisrayê hat lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, şênî û şêx û rûspiyên eşîrên herêmê amade bûn.

Ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û derbaskirina kêmasiyan beşdaran nêrîn û pêşniyarên parve kirin.

Beşdaran xwest qada perwerdeyê were pêşxistin, dibistan werin sererastkirin, dibistanên navîn û amadehî werin vekirin, dewreyên perwerdeyê yên fêrkirina xwendin û nîvisandinêwerin vekirin. Her wiha daxwaza zêdekirina miqdara ard û aktîfkirina firinan hatin kirin.

Ji daxwazên din ku di civînê de hatine kirn, kalîteya mazotê were başkirin, piştgiriya qada tenduristiyê ya taybet were kirin û nexweşxaneya Kisrayê were vekirin.

Civîn bi girtina armancan bi dawî bû, ji wan;  komîn û meclisan pêngaveke xizmetguzariyê bi rêxistin bikin da ku kêmasiyên berê werin sererastkirin û planeke nû ya kar were danîn.

(bb)

ANHA