Parlamenterekî almanî: Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî-sûriyeyî ye

Endamê parlamentoya Almanyayê ji Partiya Çepgir Gregory Ghezzi diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî-Sûriyeyî ye û li gor pêkanîna armancên tevahî sûriyeyiyan tev digere û got beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê girîng e.

Parlamenterekî almanî: Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî-sûriyeyî ye
21 îlon, 2023   11:25

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropa Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser li Almanyayê Xalid Derwêş bi parlamenterê Almanyayê yê ji Partiya Çepgir Gregory Ghezzi re civiya û li ser pêşdeçûnên girêdayî krîza Sûriyeyên nîqaş kirin.

Civîn li avahiya parlamentoyê ya Barlinê hate lidarxistin. Di civînê de Ebdulkerîm Omer wiha got: "Hîna asoyên ji bo çareserkirina siyasî ku krîza Sûriyeyê bi dawî bike girtî ne. Sedema wê jî serhişkiya rejîma Sûriyeyê û îsrara wê ya çareseriya ewlehî û leşkerî ye anku bi heman zihnyeta ku dan û standin ji beriya 13 salan bi sûriyeyiyan re têkildarî xwestekên wan kiriye, tev digere."

Omer wiha domand: "Ji sedemên din ên neçareserkirina krîza Sûriyeyê ew in ku muxalefta Sûriyeyê bi der ve girêdayî ye û li gorî fermanên hêzên herêmî tev digerin. Bi wê re êşên sûriyeyiyan zêde dibe û asoyên çareseriyê zehmet dibin. Ev muxalif bi dewleta tirk û hin hêzên herêmî ve girêdayî ne û haya wan ji xem û êşên Sûriyeyiyan tune ye. Nikare tevahî etnîk û beşên civaka Sûriyeyê bi rê ve bibe û nûnertiya wê bike û li gorî berpirsiyariyên neteweyî û exlaqî tev bigere."

Omer diyar kir ku berpirsiyarî li ser milê civata navneteweyî ye, netevgerîna Amerîka û Ewropa, her wiha tunebûna nêrîneke giştî ji bo bidawîkirina krîzê derî ji Astanayê re vekir ku tenê li ser rewşa Sûriyeyê fermanan bide. Omer got wê yekê jî bandoreke neyênî li hewldanên bidawîkirina şer û kirîzê kir.

Omer wiha anî ziman: "Rêveberiya Xweser hîna hewl dide bigihîne çareseriyeke siyasî ya aştiyane ku bikeve xizmetî tevahî sûriyeyiyan. Ji bo vê armancê Rêveberiya Xweser beriya çend mehan projeyeke giştî ji bo çareseriyê derxist."

Der barê şerê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ′ê pêk aniye de û fedakariyên mezin di oxira têkçûna leşkerî ya van çeteyan de daye Omer got civata neteweyî li hember Rêveberiya Xweser bi erkên xwe ranebû, her wiha hîna doza bi deh hezaran ferd û malbatên DAIŞ′ê yên niha li girtîgeh û kampên Rêveberiya Xweser in heye û pê ranebû.

Her wiha Omer bal‏ ‏kişand ser biryara dawîn a Rêveberiya Xweser ku dê dest bi darizandina ‎çeteyên DAIŞ`ê bike û got ji ber‏ ‏berpirsiyarî û fişarên mezin ên li ser Rêveberiyê, bi armanca ‎însafkirina qurbaniyan û pêkanîna edaletê, tu rê li pêşiya wan ji bilî vê biryarê nîn bû. ‎

Parlamenterê partiya çepgir Gregory Ghezzi diyar kir ku divê di warê dîtina çareseriyeke siyasî ‎ya giştî ji bo Sûriyeyê de, hewldanên durist bên kirin û destnîşan kir ku gelek girîng e çareserî, ‎berjewendiyên hevbeş ên sûriyeyiyan dabîn bike û tevahî pêkhateyên wê tev li xêzkirina ‎pêşeroja Sûriyeyê bibin.  ‎

Gregory Ghezzi îşaret bi gefên domdar ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê kir, nemaze êrişên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên wê çi bi rêya balafirên bêmirov ‎an jî topbaranê‏ ‏û got di encama van êrişan de welatî tên qetilkirin û gef li ewlehî û îstîqrara ‎herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin û xemgîniya xwe anî ziman.  ‎

Parlamenterê alman, anî ziman ku ew baş fêm dikin çima Rêveberiya Xweser ev biryar stend û ‎got ew di wê baweriyê de ne ku aliyên berpirs, dê li gor sozên ku dane, dadgehên adil û zelal li ‎gorî pîvan û qanûnên navneteweyî li dar bixin. ‎

Der barê mijara penaberên sûriyeyî û projeya Rêveberiya Xweser a pêşwazîkirina wan ‎penaberan li herêmên xwe de, Gregory Ghezzi got: “Bê guman, ev beyannameya Rêveberiya ‎Xweser, hesteke bilind a berpirsyariyên neteweyî û mirovî nîşan dide. Ev bi awayekî zelal nîşan ‎dide ku Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî ya sûriyeyî ye. Ji bo pêkanîna berjewendiyan ‎tevahî sûriyeyiyan e. Ne ku tenê berjewendiyên beşeke civaka Sûriyeyê pêk bîne mîna ku hin ‎alî propagandaya wê dikin.”‎

‎(fr-şx)‎