YCWK'ê li ser rêya Amed-Xarpêtê çalakî kir

Li ser rêya Amed-Xarpêtê bi bombeya destan û çekên ferdî YCWK′ê li kulûbeyeke cerdevanan da.

YCWK'ê li ser rêya Amed-Xarpêtê çalakî kir
21 îlon, 2023   12:19

Yekitiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ku 17'ê Îlonê damezrandina wê hate ragihandin, diyar kir ku li ser rêya Amed-Xarpêtê bi bombeya destan û çekên ferdî li kulûbeyeke cerdevanan xistiye.

YCWK'ê her wiha 20'ê Îlonê jî ragihandibû ku li Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê li hemberî hêzên dewletê û bazirganên narkotîkê çalakî kiriye.