Banga Meclisa Til Hemîsê ji Meclisa Ewlehiyê: Êrişên Tirkiyeyê bi dawî bike

Meclisa Navçeya Til Hemîsê bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarên tund û cidî bide.

Banga Meclisa Til Hemîsê ji Meclisa Ewlehiyê: Êrişên Tirkiyeyê bi dawî bike
21 îlon, 2023   10:27

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê li pêş navenda çandê ya li rojhilatê navçeyê têkildarî şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Endamê Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Yûsif El Muhewes bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên rojane hatin şermezarkirin û hate gotin balafirên bêmirov ên dewleta Tirk her tim li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne; welatî û leşkeran dikin hedef, heta kevir jî ji hedefgirtinên wan bêpar neman, di encamê de gelek welatî tên qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hember van êrişan civata navneteweyî bê deng e, ev yek tê wateya hevkariya wan. Ne ji erêkirina navneteweyî û berjewendiyên wê bi dewleta Tirk re bûya, dewleta Tirk nikarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikira.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û nahêlin tu aliyek an jî planeke terorîst li dijî xaka wan pêk were û dê li hember van tevahî planan bisekinin.

Di dawiyê de meclisê bang li rêxistinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo bidawîkirian êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarên tund û cidî bidin û divê rêxistinên mirovî bi rola xwe ya aktîf li hember gelê Sûriyeyê rabe û nekevin xefka berjewendiyan bi dewleta Tirk a dagirker re.

(fr)

ANHA