Hikumeta Şamê hewl dide belgeyên li gel Ebdulqadir Hemo bi dest bixe

Çavkaniyek destnîşan kir ku li cem serçete Ebdulqadir Hemo belge û dosyayên têkildarî gendeliyê hene, di nav de bazirganiya narkotîkê. Ev dosya yên hikumeta Şamê û rayedarên wê ne. Ji ber wê hikumeta Şamê mala wî dorpêç kiriye û hewl dide bi rêya diyalogê wan belgeyan bi dest bixe.

Hikumeta Şamê hewl dide belgeyên li gel Ebdulqadir Hemo bi dest bixe
21 îlon, 2023   09:04

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê, aramiyek baldar serwer e. Lê dengê fişekan jî heye.

Li gor çavkaniyan, piştî şerê duh êvarê û hedefgirtina mala serçeteyê Dîfa Wetenî Ebdulqadir Hemo, hêzên ewlehiya leşkerî yên hikumeta Şamê li gel serçete, diyalogê dikin.

Heman çavkaniyan aşkera kir ku armanca hikumeta Şamê ew e ku belgeyên di destê Hemo de û agahiyên têkildarî depoyên çek û cebilxaneyên di destê wî de bi dest bixin.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku li cem Hemo belge û dosyayên gendeliyê hene. Di nav de, bazirganiya narkotîkê, ev belge yên hikumeta Şamê û rayedarên wê ne. Ji ber wê mala wî dorpêç kiriye û hewl dide wan belgeyan bi dest bixe, beriya ku jê xilas bibe û dosyaya Dîfa Wetenî li Hesekê bigire.

Di vê çarçoveyê de hikumeta Şamê enternet û peywendî ji ser çargoşeya ewlehiyê bi temamî qut kiriye.

(şx)

ANHA