Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibîne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da
21 îlon, 2023   09:20

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin ku sê sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.