Şêniyên Ezazê ketin avahiya rêveberiya dagirkeran

Welatiyên Ezazê dijî dagirkeran xwepêşandan lidar xist û ketin avahiya rêveberiya wan.

Şêniyên Ezazê ketin avahiya rêveberiya dagirkeran
19 îlon, 2023   13:58

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji ajansa me re şandine, şêniyên Ezazê îro dijî zordariya desthilatdariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandan lidar xist.

Xwepêşandêrên li pêşiya avahiya rêveberiya dagirkeran kom bûn, nerazîbûna xwe anîn ziman.

Di dîmenên hatine kişandin de tê dîtin ku şênî li ser dîwarên avahiyê dirûşme û nerazîbûna xwe dinivîsin, piştre dikevin hundirê avahiyê û hêrsa xwe tînin ziman.  

(a)