Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedran Ehmed ji ber nexweşiyê di 17’ê Îlonê de şehîd bû.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
19 îlon, 2023   12:51

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan Bedran Ehmed şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Yek ji endamên me yên li kantona Cizîrê bi navê Bedran Selahedîn Ehmed duh Yekşemê 17’ê Îlonê, dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şehîd Bedran demeke dirêj di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bû. Tevî nexweşiya xwe jî lê tedawiya wî berdewam bû. Lê tu carî nexwaşiya wî jê re nebûbû asteng ku karê xwe bi awayê herî baş pêk bîne û mirovekî ne dudil bû û ji dema ku tev li refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûbû, gelek xizmet pêşkêşî saziyê kirin û bi hezkirin û serbilindî erka xwe bi cih dianî, heta ku ji ber nexweşiya xwe pileya şehadetê bi dest xist.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Navê şehîd: Bedran Ehmed

Navê Bav: Selahedîn

Navê Dayikê: Şêxe

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Amûdê, 06.02.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 17.09.2023