Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir

Hemwextî salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwepêşandêrên li Siwêdayê wêneyên Jîna Emînî û pankartên “Ji bo azadîxwazên Îranê silav” hildan.

Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
19 îlon, 2023   13:24

Xelkê Siwêdayê tevî beşdariyeke berfireh a jinan, li qada El Sêr kom bûn.

A balkêş ew e ku xwepêşandêran wêneyên Jîna Emînî û pankartên “Ji bo azadîxwazên Îranê silav” hildan.

Xwepêşandana xelkê çiyayê El Ereb ev zêdetirî mehekê li qada El Keramê ya Siwêdayê berdewam e. Xwepêşandêr banga parastina tevahî Sûriye ji kiryarên hikumeta Şamê dikin, her wiha banga hikumeta demkî, pêkanîna biryara 2254, xurtkirina têgeha nenavendîbûnê bi rêya avakirina hêzeke nîştimanî ya demokratîk, serbestberdana tevahî girtiyan û başkirina rewşa aborî dikin.

(şx)