PDK’ê hêzek mezin şand Sîdekan û Biradostê

Li gorî agahiyan, PDK’ê hêzeke nû û mezin tevî wesayîtên zirxî û çekên giran ber bi herêma Biradost û Sîdekanê ve şandiye.

PDK’ê hêzek mezin şand Sîdekan û Biradostê
19 îlon, 2023   12:49

Li gorî Rojnewsê, PDK′ê hêzeke mezin tevî wesayîtên zirxî û konvoyên leşkerî şandiye Sîdekan û herêma Biradostê.

Li gorî agahiyan, PDK’ê nêzî 400 çekdar tevî wesayîtên zirxî û çekên giran veguhestiye herêma Biradost û Sîdekanê.

Hêjayî gotinê ye PDK di 13’yê Îlonê de nêzî 200 wesayîtên zirxî ku tê de gelek cûreyên çekên giran weke doçka, top û hwd, her wiha tank û panzer ji du cihan ber bi navçeya Sîdekan ya herêma Biradostê ve veguhestiye.