Zêdetirî 2 hezar xwendekar daxwazên xwe di mufadeleyê de tomar kirin

Nêzî 2 hezar û 300 xwendekarî xwe di mufadeleya (hevyaz) zanîngehan a 2023 -2024′an de tomar kirin. Sibe jî wê ezmûna qebûlkirinê ya beşên zanistî li 6 navendan bi tevlêbûna 650 xwendekarî pêk bê.

Zêdetirî 2 hezar xwendekar daxwazên xwe di mufadeleyê de tomar kirin
19 îlon, 2023   08:30

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo serêldana xwendekaran ji tomarkirina mufadeleya sala xwendinê ya 2023-2024`an ji 6-16`ê Îlonê rê dabû, lê ji ber pêdivî bi dirêjkirina demê hebû û heta 17′ê Îlonê dewam kir.

Berdevka Navendên Tomarkirina Mufadeleya 2023-2024`an Sîham Mihemed ji me re hejmara xwendekarên ku daxwazên xwe ji bo derbasbûna zanîngehan tomakirin eşkere kir û got: “Mufadele bi awayekî baş bû bi rê ve çû. Li navenda Şehbayê ji 180-190, li navenda Zanîngeha Rojava ji hezar û 400 – hezar û 500, li navenda Zanîngeha Kobanê ji 500 – 600, li navenda Zanîngeha El Şerq ji 120 – 130 xwendekarî navên xwe tomar kirine. Bi giştî hejmar dighêje 2 hezar û 300 – 2 hezar û 400 xwendekarî.”

JI BO BEŞÊN ZANISTÎ EZMÛNA QEBÛLKIRINÊ

Xwendekarên ku xwendina di fakulte û peymangehên bi van navan; (Li Zanîngeha Rojava de: fakulteya bijîşkiyê, endazyariya avahîsaziya ekolojîk, endazyariya çandiniyê, endazyariya petrol û petrokîmyayê, kompyûter, komînîkasyon, mîkatronîk û biyokîmya), (Li Zanîngeha El Şerq: fakulteya bijîşkiyê û endazyariya çandiniyê), (Li Zanîngeha Kobanê Peymangeha bijîşkiyê), (Beşên girêdayî Desteya Tenduristiyê: Peymangeha tenduristî-bijîşkî) hilbijartine dê bi ezmûna qebûlkirinê di wan beşan de bên qebûlkirin.

Ezmûn bi awayekî otomatîze ye (Etmetê) ye û li ser materyalên; bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî ye, di 20`ê Îlonê (di rojekê de) de pêk bê.

650 XWENDEKAR TEV LI EZMÛNÊ DIBIN

Li gorî agahiyên ku berdevka Navendên Tomarkirina Mufadeleya 2023-2024`an daye, ji bo ezmûna qebûlkirinê 6 navend ji bo 650 xwendekarî hatine amadekirin, cihê navendan wiha ye:

Li bajarê Qamişlo 2 navend; fakulteya çandiniyê li avahiya sereke ya Zanîngeha Rojava. Li fakulteya zanistên xwezayî û teknolojî.

Li bajarê Hesekê; fakulteya endezyariya avakirinê.

Li Kobanê; dibistana Şehîd Sîdo.

Li Reqayê; avahiya Zanîngeha El Şerq.

Li Şehbayê; navenda KPC`ê ya li navçeya Ehdas.

ANHA