​​​​​​​‘Divê hikumeta Iraqê û ya herêmê rûmet û serweriya xwe biparêzin’

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê der barê êrişa dewleta Tirk a li ser balafirxaneya Erbetê de got “Erka hikumeta Iraqê û ya herêmê ew e ku rûmet û serweriya xaka xwe biparêzin.”

​​​​​​​‘Divê hikumeta Iraqê û ya herêmê rûmet û serweriya xwe biparêzin’
19 îlon, 2023   08:11

Cîgirê serokê demkî yê Başûrê Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirxaneya Erbet a Silêmaniyê de daxuyaniyek da.

Cehfer Şêx Mistefa êriş şermezar kir û got: “Ji bo hemû aliyan zelal e, armanca vê kiryara rûreş û tirsonek, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye. Parastina rûmet, serweriya xak û nîştimanê, erka hikumeta herêmê, ya Iraqê û aliyên peywendîdar e. Divê rê li dubarebûna êrişên terorîstî bigirin.”