​​​​​​​Li bakurê Îranê balafireke bêmirov kete xwarê

Balafireke bêmirov li bajarê Circan ê li bakurê Îranê kete xwarê û dengê teqînên mezin li cihê bûyerê hate bihîstin.

​​​​​​​Li bakurê Îranê balafireke bêmirov kete xwarê
18 îlon, 2023   08:05

Ajansa Tesnîm a Îranê da zanîn ku dengê teqîneke mezin ji bajarê Circan ê li bakurê welêt hatiye bihîstin. Her wiha diyar kir aliyên fermi jî ev bûyer piştrast kiriye.

Li gor Reutersê hin dezgehên çapemeniyê yên fermî yên Îranê wêneyên cismekî agir pê ketiye weşand. Çapemeniya fermî ya Îranê bi bîr xist ku balafireke bêmirov li jîngeheke bajarê Circan ê bakurê Îranê ketiye xwarê.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê gelek wêne û dîmenên ew cismê agir pê ketiye weşandin ku li kolanekê ketiye xwarê.

(şx)