​​​​​​​El Tewariq baregehên din kontrol kirin

Komên El Tawriq ragihand ku li Maliyê baregehên leşkerî yên din kontrol kirine.

​​​​​​​El Tewariq baregehên din kontrol kirin
18 îlon, 2023   07:59

Li gorî tora El Hura duh li bakurê Maliyê, şer di navbera artêşa Maliyê û komên El Tewariq de careke din rû daye. Komên El Tewariq ragihand ku 2 baregehên din ên artêşê yên li bajarokê Lîrî kontrol kirine.

Piştî vekişîna hêzên parastina aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) şer di navbera Tensîqiyet Herekat Ezwad û artêşê de gur dibin. Ji ber ku her du alî dixwazin deverên li çolistanê kontrol bikin.

Artêşa Maliyê jî li ser hesabê xwe yê X`ê yekşemê ragihand ku êrişek li Lîrî çêbûye û wan jî bersiv daye, lê agahiyên dîtir parve nekirin.

(şx)