Bi tawana danûstandina bi QSD`ê re tên girtin

Çavkaniyan destnîşan kir ku li gundên başûrê Cerablusê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tawana danûstandina bi QSD`ê re gelek ciwan girtin.

Bi tawana danûstandina bi QSD`ê re tên girtin
12 îlon, 2023   14:27
MINBIC

Çavkaniyan da zanîn ku hemleya girtinê beriya sê rojan bi awayekî veşartî dest pê kiriye.

Her wiha desntîşan kir ku şêniyên gundên başûrê Cerablusê yên eniyên şer, bi tawana danûstandina bi QSD`ê re ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve têne girtin.

Hate ragihandin ku girtî di girtîgehan de, bi îşkenceyeke hovane re rû bi rû ne.

Lê li gel berdewamkirina hemleya girtinê, heta niha tu daneyên rast têkildarî hejmara girtiyan tune ye.

(şx)