Al El Beyt: Em ê hewlên binpêkirina nirxên eşîriyê têk bibin

Weqfeya Al El Beyt got: "Em ê bi hêz û eşîrên xwe re, çi kesên ku hewl bidin nirxên eşîrtiyê bin pê bikin û ewlehiya herêmê xirab bikin, dûr bixin.′′

Al El Beyt: Em ê hewlên binpêkirina nirxên eşîriyê têk bibin
11 îlon, 2023   11:17
HESEKÊ

Endamên Weqfeya Al El Beyt a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyan di navbera eşîrên herêmê de şermezar kirin. Daxuyanî li navenda weqfeyê ya li taxa Mişêrfê ji aliyê rêveberê nivîsgeha weqfeyê Mihemed Nasir El Cinêd ve hat xwendin.

Weqfeyê got: "Me bûyerên ku vê dawiyê li Dêrazorê rû dan şopandin. Xwestin fitneyê di navbera eşîran û QSD′ê de derxin. Em ê bi hêzên xwe û eşîrên xwe re, çi kesên ku hewl bidin nirx û rêgezên eşîrtiyê bin pê bikin û ewlehiya herêmê xirab bikin, dûr bixin."

Di daxuyaniyê de bang li tevahî eşîran hat kirin ku neyên lîstokên aliyên ku dixwazin fitneyan biafirînin. Her wiha ji QSD′ê jî hat xwestin ′′piştgiriyê bidin eşîran û daxwazên wan bi cih bînin da ku rê li ber fitneyan  û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bê girtin."

Weqfeya Al El Beyet di dawiyê de got: "Em bi tevahî; Kurd, Ereb, Suryan, Asur û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji berê ve û heta niha di yek xendeqê de ne û herêmên xwe diparêzin."

(bb)

ANHA