Ji bo hedefgirtina tîma JIN TV komîteyeke lêkolînê hate avakirin

YRA′yê bi hevkariya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ragihand ku komîteyek lêkolînê ava kiriye, bi taybet lêkolîna hedefgirtina erebeya JIN TV û hedefgirtina rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ji bo hedefgirtina tîma JIN TV komîteyeke lêkolînê hate avakirin
10 îlon, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê ragihand ku komîteyeke lêkolînê ava kiriye.

Di komîteyê de komek ji rojnameger, hiqûqnas, çalakgerên mafên mirovan beşdar in.

Li gorî daxuyaniyê dê komîte raporeke fireh li ser hedefgirtina erebeyeke tê de rojnamegerên JIN TV hebûn û di 23′yê Tebaxê de ji hêla balafireke dewleta Tirk a dagirker hatibû hedefgirtin û di encamê de endamekî kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnameger Delîla Egîd birîndar bûn, amade bike.

Tê texmînkirin ku di komîteyê de rêxistin û pisporên din ji hundirê Sûriye û derveyî wê beşdar bin, da ku alîkarî û destekê bidin aliyê lêgerîn û lêkolînê. Dê li ser lêkolîna her sûceke li dijî rojnameger û azadiya nêrînê bixebitin. Da ku di belgekirina sûcên li dijî rojnamegeran de bibin alaveke herî girîng û rêgeza hesabxwestin û sekna li hember filîtina ji cezayê geş bikin.

Armanca komîteyê, rastiya hedefgirtina tîma JIN TV û hûrgiliyên wê lêkolîn û aşkera bike, her wiha daxuyaniyekê têkildarî hûrgiliyên wê belav bike. Ji ber ku hedefgirtin bi zanabûn bû û li aliyekî din jî welatiyên li ser sînor bitirsînin.

Her wiha dê komîte bixebite da ku çeka di bûyerê de hatiye bikaranîn –cureya balafir û cebilxaneya hatiye bikaranîn-aliyê yekser ê berpirsê bûyerê, navên kesên destên wan tê de heye werin aşkerakirin. Piştre encamên wê bi rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî azadiya nêrînê re werin parvekirin, da ku tedbîrên qanûnî yên guncaw li dijî kesên destên wan di bûyerê de hene yan jî li dijî berpirsên yekser ev kiryar kiriye, bigirin.

Li aliyekî din jî serokê komîteya lêkolînê Ehmed El Emîd li ser hedefgirtina erebeya JIN TV bi moşeke balafireke bêmirov axivî û wiha got: "Ev yek li dijî rojnamegeran xeteriyek e û nîşaneyek metirîsar a gefên li dijî ewlehiya rojnamegerên li herêmên şer e."

El Emîd di civîneke çapemeniyê ji ANF′ê re got divê li ser vê hedefgirtinê were sekinandin û wiha derbas nebe û ev tişt got: "Dê rojnameger nikaribin karê xwe di asîmaneke neewle de bikin. Her wiha dê perwerdekirina rojnamegeran li ser vê cureya nû ya xeter û rêbazên xwedûrxistinê jî zehmet be."

El Emîd texmîn kir ku xebatên lêkolîn û lêkolînê di hundirê komîteyê de û encamên lêkolînê di têgehîştina şêweyên xeteriyên nû de û çawaniya dan û standina pê re di pêşerojê de bibin alîkar.

(fr)