Pederson li Şamê ye

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê vê sibehê nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyeyê Geir Pederson ku duh gihaştibû Şamê pêşwaz kir.

Pederson li Şamê ye
10 îlon, 2023   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyên xwe da zanîn ku duh Pederson hevdîtin bi gelek balyoz û nûnerên şandeyên dîplomasî yên erebî re li hotela Four Seasons a Şamê çêkirin.

Li gorî çavkaniyan ji rojnameyê re gotiye, di hevdîtinan de nîqaş li ser însiyatîfa koma peywendiyên Ereban a têkildarî ji nûve lidarxistian civînên destûrê li Seltenet Umanê hatin kirin.

Çavkaniyan aşkera kir ku Pederson ji bo çavdêriyê li asoyên lidarxistina gera 9′emîn a destûrê bike ev serdan kir.

(fr)