Çeteyên dewleta Tirk ciwanekî êla Cîs a erebî qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî ciwanekî êla Cîs a erebî qetil kir.

 Çeteyên dewleta Tirk ciwanekî êla Cîs a erebî qetil kir
10 îlon, 2023   10:16
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih li kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên komên Ebû Amir û Ebû Ehmed El Şamî yên Feyleq El Salis (3), ciwanê bi navê Mihemed Xelîl El Mihemed ê ji şêniyên bajarê dagirkirî qetil kir.

Piştî bûyerê li bajêr alozî derket û êla Cîs daxwaza radestkirina kujeran kir.

(şx)