Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê piştî vê sibehê dewama dibistanan hate destpêkirin, serdana dibistanên kantona Qamişloyê kir.

Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
Rêveberiya Cizîrê serdana dibistanan kir
10 îlon, 2023   12:29
QAMIŞLO

Vê sibehê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe ji bo sala xwendinê ya 2023-2024′an de li pêş xwendekaran vekirin. Di vê çarçoveyê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê serdana dibistanên navçeyên Qamişlo (Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê) kir ku rewşa xwendekar û dibistanan bişopîne.

Şande ji cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd, hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Remedan Ferhan, endama rêveber a Baxçeya Zarokan a desteyê Suha Berekat pêk tê.

Di ger û serdana şandeyê de, şêranî li xwendekarên seretayî hatin belavkirin. Hevserokê Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Mistefa Ferhan diayr kir ku dê rêveberî ji bo şopandina xwendekar û dibistanan ku perwerde bi pêş bikeve, serdanên xwe dewam bike.

(fr)

ANHA