'Têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Apo ye'

Zarokên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê heya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin.

'Têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Apo ye'
10 îlon, 2023   09:37
ŞEHBA

Zarokên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehba li kampa Serdemê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Daxuyanî ji hêla zarokên şehîdan bi zimanê Kurdî Hemîd Reşo û bi zimanê Erebî Zeyneb Yûsef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Zarokên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê siyaseta pişaftin û qirkirinê ya ku bi hezaran salan heyanî îro li ser  gelê kurd tê meşandin, bi hemû giraniya xwe berdewam e, nayê pijrandin û ev binpêkirinên dermirovî ne."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev tecrîd li dijî mirovahiyê û neheqiya herî mezin e. Her wiha divê Parêzer û Malbat di demeke nêz de serdana Rêber Apo bikin.

Di dawiyê de zarokên şehîdan anî ziman: "Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin. Heya pêkanîna azadiya Rêber Apo ya fizîk misoger nebe em dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Em zarokên Rêber Apo ne."

ANHA