Bîlançoya erdheja li Mexribê giran dibe: Zêdeyî 2 hezar kes mirin

Bîlançoya erdheja ku şeva Înê li Mexribê rû da, giran dibe. Hate ragihandin ku heta niha zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bîlançoya erdheja li Mexribê giran dibe: Zêdeyî 2 hezar kes mirin
10 îlon, 2023   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Mexrib ragihand, ji ber erdheja ku li başûr rojavayê Marakeşê qewimî, herî kêm 2 hezar û 12 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê hezar û 404 kes birîndar bûne ku rewşa gelek ji wan 'giran' e.

Erdhej roja înê bi dema herêmê saet di 23:11'an de qewimî û asta wê jî 6.8 pile bû.

Erdhejê bandoreke giran li herêma Marakeş a tûrîstîk û herêmên Azîlal, Varzazat, Şîşava, Tarûdant, El Havûz kir.

Piştî erdhejê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin. Ji qada navneteweyî daxuyanî û peyamên ji bo piştgiriya bi Mexribê re hatin dayin. Yekitiya Ewropa, Yekitiya Afrîkayê, DYA û bi dehan welatan sersaxî dan û diyar kirin ku ew ji bo alîkariyê amade ne.

Erdheja roja înê ji erdheja sala 1960'î û vir ve erdheja herî giran e. Di sala 1960'î de li Agadîrê erd hejiya bû û herî kêm 12 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.