Li Almanyayê Festîvala Çanda Kurd dest pê kir

Festîvala Çanda Kurd li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê bi beşdariya deh hezar kesan dest pê kir.

Li Almanyayê Festîvala Çanda Kurd dest pê kir
9 îlon, 2023   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya sala 31’emîn a Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome, li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê li qada Rebstockparkê dest pê kir.

Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran welatiyên Kurdistanê yên ji welatên cuda yên weke Almanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê hatin, berê xwe dan qada festîvalê.

Li qada festîvalê ku coşeke mezin lê serwer bû, pankarta 'Ji Kurdan re statû û azadî' li qadê hat daliqandin û bi sedan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin.

Li qadê bi hezaran kesan wêneyên şehîdên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di demên cuda de şehîd bûne vekirin û sloganên ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin.

Li qada festîvalê ya bi rengên neteweyî yên Kurd hatiye xemilandin, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên Kurd ên cuda ji bo pêşxistina çanda Kurdî stand vekirin. Her wiha nivîskar di pêşangehên pirtûkan de bi xwendevanên xwe re lom ûn.

Festîvala ku bi dirûşma “Çareseriya pirsgirêka Kurd, statuya Kurdistanê di Salvegera 100’emîn a Lozanê de” hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Festîvalê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zûbeyde Zûmrût, hevserokên KON-MED û Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan di festîvalê de axivîn.