​​​​​​​Eşîrên Til Birakê berxwedana QSD′ê silav kir

Eşîrên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê berxwedana QSD′ê silav kir.

​​​​​​​Eşîrên Til Birakê berxwedana QSD′ê silav kir
9 îlon, 2023   10:51
QAMIŞLO

Şêx û rûspiyên eşîrên navçeya Til Birakê ya herêma Cizîrê li ber avahiya meclisa navçeyê kom bûn û bi daxuyaniyekê spasiya QSD′ê kir.

Rûspiyê eşîra El Bû Xetab Ehmed El Hiwêdir daxuyanî xwend.

Rûspiyan li ser operasyona QSD′ê ya ′Xurtkirina Ewlehiyê′ gotin: ′′Hinek aliyên derve wekî dewleta Tirk a dagirker hewl dan sûdê ji bûyerên li Dêrazorê bigirin da ku fitneyan derxin û hinek eşîran li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî sor bikin."

Eşîrên Til Birakê ji ber lîstokên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da û got: "Em ê bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî bin. Em destekê didin azadiya gelan û yekitiya xaka welat. Em li dijî fitneyan ne ku gefan li ewlehî û îstiqrara herêmên xwe dixwin."

Endamê PYD′ê Emar Şemlan bang li tevahî eşîran kir ku bibin yek û ji hewldanên fitneyan dûr bikevin. Her wiha got: "Em bi QSD′ê re ne ku ji bo azadiya vî welatî û ji bo parastina gelê herêmê tê dikoşe."

(bb)

ANHA