​​​​​​​Xwendekar pêdiviyên dibistanê dikirin

Xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê dikin. Buhayê pêdiviyên xwendekaran ji bo dibistanan ji sala borî zêdetir bûye.

​​​​​​​Xwendekar pêdiviyên dibistanê dikirin
​​​​​​​Xwendekar pêdiviyên dibistanê dikirin
​​​​​​​Xwendekar pêdiviyên dibistanê dikirin
​​​​​​​Xwendekar pêdiviyên dibistanê dikirin
​​​​​​​Xwendekar pêdiviyên dibistanê dikirin
9 îlon, 2023   07:29
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku dê 10`ê Îlonê dewama xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî li dibistanên herêmê dest pê dike.

Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê 863 hezar û 388 xwendekar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, hejmara mamosteyan jî 43 hezar û 99 mamoste ne. 4 hezar û 130 dibistan hene, ji wan 379 dibistan îsal hatine sererastkirin û di xizmetê de ne.

Malbatên xwendekaran amadekariyên zarokên xwe ji bo pêşwazîkirina sala nû ya perwerde dikin, li sûkan alavên xwendinê mîna (çente, lênûs, pênûs û cilên dibistanan) dikirin.

Li gorî firoşkarên van alavan buhayê çenteyan ji 25 hezar heya 115 hezarên lîreyên sûrî ne, lênûs ji 7 hezar heya 30 hezarî ne, her wiha cil û bergên dibistanan jî derdor 30 heya 120 hezarên sûrî ne. Buhayên wan li gorî sala borî zêdetir e, ew jî vedigire bilindûna nirxê dolar li hemberî lîreya sûrî.

(sb)

ANHA