​​​​​​​Li dijî gundekî Silêmaniyê êrişa hewayî

Qeymeqamê bajarokê Mawet ê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku balafira bê mirov gundê Baswê bombebaran kir û got; “Ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye.”

​​​​​​​Li dijî gundekî Silêmaniyê êrişa hewayî
9 îlon, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Qeymeqamê bajarokê Mawet ya ser bi Silêmaniyê Kameran Hesen bi daxuyaniyek ragihand ku beriya niha kêmek kurt, balafirek bê mirov gundê Baswê ya ser bi bajarokê Mawet ê parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kiriye.

Kameran got ku ji ber êrişê agir bi herêmê ketiye û ji bo vemirandina agir, tîmên agirkuj berê xwe dane herêmê.

Der barê ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.

Çavkanî: Rojnews