Mîhrîcana Govendan a Şehîd Ronahî Bawer demeke nêz dest pê dike

Komîteya Amadekar a 6`emîn Mîhrîcana Govendan a Şehîd Ronahî Bawer bi govendên xwe yên destan û folklora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tînin ziman, amadekariya destpêkirina mîhrîcanê di 16'ê vê Îlonê de dike.

Mîhrîcana Govendan a Şehîd Ronahî Bawer demeke nêz dest pê dike
8 îlon, 2023   06:09
QAMIŞLO

Piştî rawestîna 3 salan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û belavbûna vîrusa COVID-19, Mîhrîcana Govendên Gelan a Şehîd Ronahî Bawer; bi govendên xwe yên destan û çandên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tînin ziman, dîsa vedigere qada hunerê.

Mîhrîcana ku cara yekê di sala 2015'an li Herêma Cizîrê li dar ketiye, dê bi cara xwe ya 6'emîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo di 16'ê vê Îlonê de li dar bikeve.

ARMANCÊN MÎHRÎCANÊ

Mîhrîcan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ji bo bîranîna şehîd Ronahî Bawer li dar dikeve, armanc jê parastina folklor û destanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vejandina çandên ku bi dehsalan hatibûn windakirin e.

Govendên gel ên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê tên naskirin, ji ber rola wan di belgekirina girêdana wan bi xakê ve û vejandina dîrok û çanda herêmê xwedî girîngiyeke mezin in.

KOMÎTEYA AMADEKAR JI HEMÛ PÊKHATEYAN PÊK TÊ

Komîteya Amadekar a 6`emîn Mîhrîcana Govendên Gelan a Şehîd Ronahî Bawer ku dê bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" li dar bikeve, ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkes pêk tê. Her wiha endamên Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih digirin.

Tê payîn ku roja yekem a mîhrîcanê saet di 15:00'an de dest pê bike û ji bo 5 heta 6 rojan bidome, ew jî li gor hejmara komên beşdar û bernameya mîhrîcanê ku dê di dema pêş de bê amadekirin.

HEJMARA BEŞDARAN

Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û endama Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku îsal 5 komên jinan ên Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û zêdetirî 25 komên din ên giştî beşdar dibin.

Mizgîn Çolaq wiha axivî: "Dibe ku hejmar di rojên bê de zêde bibe, me dest bi amadekariya organîzekirinê kir. Her wiha me merc û qanûnên taybet jî danîn ku li gor wê jî hemû koman berî meha Tebaxê dest bi amadekariyê kir, da ku ew ji aliyê Komîteya Amadekar ve bên nirxandin."

ŞERT Û MERC

Komîteya Amadekar ji bo her govendekê 10 heta 15 deqe diyar kiriye, her wiha ku her komek ji 12 heta 20 kesan pêk bê, ji bo komên taybet (ên jin û mêran) divê ji 10 heta 20 kesan pêk bên.

Mercên mîhrîcanê wek xwşikiya cilan û makyajê (deqê) li gor folklora her herêmekê, reseniya mûzîkê, sînaryo nû be û kom hevgirtî be.

BELAVKIRINA XELATAN

Roja dawîn a mîhrîcana îsal ne wek a salên berê ye, ku îsal govend nayên nirxandin, lê belê hemû komên beşdar dê bên xelatkirin û li gor folklora her herêmekê û bi armanca sererastkirina şaştiyan ew ê bên nirxandin.

(mh/şx)

ANHA