​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da nîşaneyên El Sefedî yên ′herêma tampon′ li ser sînorê bi Sûriyeyê re

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Urdinê li ser dosyaya hişbirê, krîzên Sûdan û Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da nîşaneyên El Sefedî yên ′herêma tampon′ li ser sînorê bi Sûriyeyê re
8 îlon, 2023   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Qudis nûçeyek bi sernavê ′Gelo hişbira Sûriyeyê Urdinê ber bi sînaryoya herêma tampon ve dehf dide′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha got: "Daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymend El Sefedî ên "têkirina qaçaqciyên hişbiran" li ser sînroê bi Sûriyeyê re pirsên li ser bersivdana Urdinê nîşan didin, nemaze eniya têkildarî qaçaqciya hişbiran serhişkî û şantajeke rojane derdixin."

Rojnameyê diyar kir ku şopandina bûyerên ewlehiyê yên li ser sînorê Urdinê-Sûriyeyê careke din nêzbûnekê bi erêkirina siyasî derdixe pêş û dibe ku bi sînaryoya avakirina herêma tampon û sedemên ewlehiyê bi dawî be.

Li gorî rojnameyê, ev krîza ewlehî ya bi sernavê hişbir, qaçaqciya çek û cebilxaneyan ber bi goşeya siyasî ve diçe. Dibe ku bi sînaryoya herêma tampon bi dawî be. Ew sînaryo, Urdinê ji 2011′an ve paşguh dikir, lê astengiyên hişbirê yên ewlehiyê hişt ku Uman ber bi vê yekê ve biçe.

′BURHAN JI BO HEVAHENGIYA BI WASHINGTONÊ RE HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN HILDIWEŞÎNE′

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê ′hilweşandina Hêzên Piştevaniya Lezgîn′ ji hêla fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah Burhan ve nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de got: "Ragihandina fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah Burhan a hilweşandina Hêzên Piştevaniya Lezgîn yekser piştî cezayên Amerîkayê li hin fermandarên vê hêzê pêk hat, da ku bi hevaheniya Washingtonê re be yan jî desteka wê bike."

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran diyar kir ku li gorî raporên navneteweyî yên hişyariya li ser xeteriya belavbûna aloziyê li herêma Daforê Amerîkayê helwesta xwe nîşan da

Rojnameyê aşkera kir ku zehmet ferzkirina cezayan li ser Deqlo yan jî biryara hilweşandina Hêzên Piştevaniya Lezgîn hevsengiyên şerê heyî biguherîne. Burhan hemû hêmanên xwe yên siyasî ji dema darbeya leşkerî li ser hikumeta sivîl di Cotmeha 2021′ê de ji dest dan.

′LUBNAN: LI SER PÊKANÎNA NEXŞEKIRINA SÎNORAN ŞERTGIRIYÊN NÛ′

Li ser dosyaya nexşekirina sînorê Lubnan-Îsraîlê rojanemya El Beyan diyar kir ku piştî serdana nûnerê Amerîkayê û endazyarî nexşekirina sînorên deryayî di navbera Lubnan û Îsraîlê de Amos Hochstein ji Beyrûtê re da ku xebata sînorê bejahî tesbît bike di pişt perdeyên siyasî yên Lubnanê de agahî derketin ku tiştê hiştiye ′mafyayê′ nexşekirina sînorên deryayî serdana Lubnanê bike gelek nîşaneyên Lubnanê ne; ku ew amade ye dan û standineke cidî ji bo serketina xebata derketina sînorê bejahî bike. Ger Hochstein atmosfêreke aşkera di vê yekê de wernegirta, serdana Lubnanê nedikir.

(fr)