Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Hevgirtî bin û nekevin xefka fitneyan

Rûspî û şêxên eşîrên Ereban li kantona Qamişloyê bang li eşîrên Ereban ên Dêrazorê kir ku hişyar bin û nekevin xefka destwerdanên derve.

Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Hevgirtî bin û nekevin xefka fitneyan
7 îlon, 2023   00:38
QAMIŞLO

Di pêşîlêgirtina fitneyan de ku aliyên derve û sûcdaran hewl da li Dêrazorê derxin, gelê herêmê ji tevahî beşên xwe yên civakî û siyasî li dora Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehî û parastinê sekinin.

Girêdayî mijarê, gelek şêx û rûspiyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bang kir ku li dora Rêveberiya Xweser û QSD′ê bicivin.

Şêxê eşîra El Sade, şêx Elî El Hefel li ser mijarê wiha got: "Li pey rûdanên Dêrazorê destên derve hene, di serî de dewleta Tirk a dagirker û rejîma Baasê. Wan ajandeyên xwe yên li herêmê ji bo derbekirina ewlehî û îstîqrara li herêmê û têkbirina hevgirtina Ereb û Kurdan bi kar anîn."

′PLAN, TÊKBIRINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BÛ′

El Hefel wiha domand: "Tiştê îro li qada Sûriyeyê dibe bi taybet li herêma Dêrazorê planeke hevbeş e ku tê de hin dewletên hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin, beşdar in. Em wan dijminên mirovahî û azadiya gelê azad bi nav dikin. Projeya neteweya demokratîk yekane projeya îstîqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û li hember dijmin astengiyek e."

El Hefel wiha lê gotina xwe zêde kir: "Ji hezaran salan û hîna jî heta niha Kurd, Ereb û Xiristiyan bi hev re dijîn. Em bang li eşîrên Ereb ên li Dêrazorê dikin ku hişyar bin û nekecin xefka destwerdêr û aliyên derve û nehêlin çek were hilgirtin."

′EŞÎRÊN EREB VÊ YEK QEBÛL NAKIN′

El Hefel wiha dawî li gotina xwe anî: "Eşîrên Ereb çi li Til Hemîs an jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, vê yekê qebûl nakin, destwerdana derve li dijî ewlehî û îstîqrara herêmê red dikin. Ew hewl didin fitneyê di nava êl û eşîrên Ereban de li dijî QSD′ê derxin. Em bi QSD′ê re ne. Ji ber ku QSD′ê di oxira gelê Sûriyeyê bi ewle û îstîqrar bijî gelek şehîd da û şerê rêxistina herî teror li cîhanê kir."

′LI DORA QSD′Ê BICIVIN′

Rûspiyê eşîra El Tifêhîn Salih El Şêx Heloş jî wiha got: "Bûyerên li Dêrazorê çêbûne tu girêdana xelkê eşîrên Dêrazorê pê tune ye, lê ajandeyên derve ku komên wêranker in ew tevlihevî pêk anîn. Armanca wan fitneyê di nava êl û eşîr û zarokên wan ên di nava hêzên leşkerî de derxin."

Heloş bang li tevahî êl û eşîrên Ereb ên li Dêrazorê kir ku nekevin xefka planên wan ên bi armanca zindîkirina DAIŞ′ê li herêmê û beşdarî xwînrijandina sûriyeyiyan nebin.

Heloş di dawiyê de bang li rûspî, şêx û xelkê Dêrazorê kir ku hişyar bin û li dora hêzên xwe yên leşkerî bicivin û planên li dijî herêmê têk bibin.

(fr)

ANHA