Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel şehîd bû

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di encama teqîna mayînekê de ku li erebeya wî hatibû bicihkirin, fermandar Bozan Osman Berkel şehîd bû.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel şehîd bû
6 îlon, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî şehadeta ji fermandarên meclisê Bozan Osman Berkel daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Careke din destê xederan dirêjî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Osman Berkel kir. Sibeha îro (Çarşemê) mayînek di erebeya wî de hatibû bicihkirin û encamê de hevrê Bozan Osman Berkel şehîd bû.

Hevrêyê me Bozan ji kesên destpêkêbû ku  tev li têkoşînê bûne. Di Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî de dixebitî. Di nava gel û eşîran de xwedî roleke girîng bû. Têkoşerekî bû ku westan nizanî û xwedî exlaqekî mezin bû.

Em Meclisa Leşkerî ya Minbicê soz didin şehîd Bozan ku em ê rêya wî bişopînin, tola wî hilînin. Em soz didin em ê destên xedarên ku hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmên me têk bibin, qut bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Bozan Berkel

Navê dayikê: Selûha

Navê bav: Osman

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-01.01.1974

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-06.09.2023"

(fr)