Pêkhateyên Minbicê li hember êrişan teqezî bi hevgirtinê kir

Pêkhateyên Minbicê di çalakiya konvendanê de ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dar xistiye, destnîşan kir ku biratiya gelan a li Sûriyeyê bi dizekî û fîtnekarekî têk naçe û gel dê bi hevgirtina xwe planên li dijî ewlehiya herêmê têk bibe.

Pêkhateyên Minbicê li hember êrişan teqezî bi hevgirtinê kir
Pêkhateyên Minbicê li hember êrişan teqezî bi hevgirtinê kir
Pêkhateyên Minbicê li hember êrişan teqezî bi hevgirtinê kir
5 îlon, 2023   15:47
MINBIC

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşma "Biratiya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dizekî têk naçe" çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakiya konvedanê li qada giştî ya bajêr bi beşdariya xelkê bajêr, rûsiyên êlan, meclisên sivîl, leşkerî, partî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, saziyên jinan û Rêxistinên Civaka Sivîl li dar ket.

Di serî de bi navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê seroka meclisa partiyê ya Minbicê Ezab El Ebûd êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

BIRATIYA GELAN ÇAVNEBARIYAN TÊK DIBE

Ezab El Ebûd got: "Amûrên hêzên derve dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin ku ew proje jî projeyeke niştîmanî ya parastina yekitiya xaka Sûriyeyê ye."

Ezab destnîşan kir ku ev alî berê jî li hember biratiya gelan têk çûn û îro jî hewl didin di aliyê eşîr û neteweyan de fîtneyê peyda bikin da ku cewhera eşîran winda bikin û rola pêşeng a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di pêkanîna aramiya herêmê de winda bikin.

Ezab destnîşan kir ku operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" ji bo bangên eşîran berisvek bû û soza domandina berxwedanê heta têkbirina planên dijber da.

DÛRXISTINA NÊRÎNAN JI XWEPÊŞANDANÊN SIWÊDAYÊ

Piştre, bi navê pêkhateya Kurd a bajêr welatiyê bi navê Mihemed Berkel axivî û destnîşan kir ku biratiya gelan a li Sûriyeyê bi dizekî û fîtnekarekî têk naçe.

KES NIKARE MÛZAYÎKA HERÊMÊ JI HEV BIXE

Welatiya bi navê Zehîde Îshaq bi navê pêkhateya Çerkes axivî û got: "Tiştê ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike yek girêdana bi vê xakê ve ye. Ji ber wê jî hewldanên ji derve li dijî me tên kirin da ku vê mûzayîka civakî ji hev bê xistin."

pêkhateya Turkmen bi navê Ekrem Dede wiha axivî: "Gelê Sûriyeyê tu cudahiyê naxe navbera ol, mezheb û neteweyan de, em tev yek in û em ê bi vê hevgirtinê dijminan têk bibin."

Çalakî bi berzkirina siloganên yekitiyê û silavkirina berxwedana QSD'ê bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA