3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn

Di çarçoveya xebatên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên ji bo amadekirina mamosteyan û di çarçoveya amadekariya sala xwendinê ya nû (2023-2024) de, komîteyên desteyê 3 dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî kirin.

3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn
3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn
3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn
3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn
3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn
3 Dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî bûn
5 îlon, 2023   15:56
REQA

Di çarçoveya amadekariyên ji bo sala xwendinê ya nû (2023-2024) de, îro Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê 3 dewreyên amadekirina mamosteyan bi dawî kirin.

Dewre li gundên Qehtaniye, Kesra û Galte bi rê ve çûn ku mehekê dom kirin û tê de 85 mamoste beşdar bûn.

Çalakiya bidawîbûna dewreyan li navenda komîteyê ya Reqayê li dar ket, tê de bi dehan karmendên jin ên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di serî de hevseroka komîteyê Zelîxe Ebdî bidawîbûna dewreyê li mamosteyên beşdar pîroz kir.

Zelîxe destnîşan kir ku rola pêşeng a jinan di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de bi perwerdeyê ve girêdayî ye ku li dawiyê projeya neteweya demokratîk bê pêkanîn.

Piştre, komîteyê sînevîzyonek li ser mijarên ku di dewreyê de hatine dayîn wek dersên fikrî û pîşeyî hat pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de xelatên sembolîk û wêneyên şehîdan li mamosteyan hatin belavkirin û çalakî bi silogana "Jin, jiyan azadî" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA