​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de 9 jin hatin qetilkirin

Hate zanîn ku li Başûrê Kurdistanê di meha Tebaxê de 9 jin hatin qetilkirin, 3 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de 9 jin hatin qetilkirin
5 îlon, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Tebaxê de li Başûrê Kurdistanê li bajarên Silêmaniye, Kerkûk, Helebce, Germiyan, Qeladizê, Raperîn û Behdînanê bûyerên tundiya li dijî jinê zêde bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINA), tenê meha Tebaxê li van herêman herî kêm 9 jin hatin qetilkirin, 3 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.