Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera damezrandina xwe daxuyanî da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 5′emîna  damezrandina xwe li gelê herêmê pîroz kir û got, bi hevgirtin û têkoşînê dê herêmên dagirkirî rizgar bikin û planên li ser Dêrazorê pûç bikin.

Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera damezrandina xwe daxuyanî da
5 îlon, 2023   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 5′an ku dikeve 6′ê Îlonê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"6′ê Îlonê salvegera 5′an a damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser li ser esasê xwespartina gel li projeya demokratîk a li ser bingeha hevkarî, jiyana hevbeş û avakirina vîneke azad ji tevahî pêkhateyan re hate destpêkirin. Rêveberiya Xweser dûrî nakokî û şerê ji bo desthilatê li Sûriyeyê xeta sêyemîn esas girt.

SIYASÎ Û CIVAKÎ

Rêveberiya Xweser di demeke kurt de îstîqrar geş kir, mayîndebûna hevkariya rasteqîn di navbera pêkhateyan de parast, hewldanên pêkanîna îstîqrarê û têkoşîna li dijî terorê geş kir. projeya siyasî, ya nîştimanî ya Sûriyeyî ya li ser bingeha yekitiya Sûriyeyê pêşniyar kir û pabendî wê bû. Ew proje li ser bingeha çareserî û diyaloga di navbera sûriyeyiyan de tevî neqebûlkirina tu projeyekê ku gelê Sûriyeyê vegerîne destpêkê pêşniyar kir. Roleke pêşeng di çareseriya siyasî de lîst. Gelek bangên ji bo çareseriyê yên li ser bingeha diyalogê bi erêkirina tevahî sûriyeyiyan li gel îsrarkirina bidawîkirina êşên sûriyeyiyan, bidawîkirina pirsgirkên koçberiyê yên ji ber rewşa jiyan, aborî û ewlehiyê, kirin. Rêveberiyê par bi hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna qebûlkirina siyasî hewldan kirin, gelek alî pêş xistin û hîna di têkoşîna xwe ya parastina destkeftiyên gel û pêkanîna mafên xwe dewam dike de.

Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirian rewşa heyî  mintiqî ya Sûriyeyê veguherî modele rasteqîn û vê projeyê îsbat kir ku tu têkiliya wê bi aliyan ve tune ye. Rêveberiyê cure û nimûneya xwe ku projeyeke pêşeng a pêşxistin û pêkanîna çareseriya li ser bingeha edalet û wekheviyê ye, parast ku ne projeyeke li dijî Sûriye û pêkhateyên wê ye. Projeya rêveberiyê pêşkêş kiriye, nenavendîbûn e û ew projeya herî baş ji bo pêkanîna îstîqrarê û pêkanîna mafên nîştimanî yên sûriyeyiyan e.

Rêveberiya Xweser hîna ji bo vekirina deriyên diyalogeke cidî û lezgîn di asta pêşîn de ye û gelek caran banga wê yekê kir. Di serî de Şamê  divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hewl bidin diyalogeke aktîf pêk bînin, da ku berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan pêk werin.

EWLEHÎ Û LEŞKERÎ

Hêzên ewlehî û leşkerî şerê terorê kir û hîna bi îsrar hewl didin tevahî hewldanên li dijî herêmên me ji hêla dewleta Tirk ve ku binesaziyê hedef digire hemwextî dorpêça heyî tê bikoşin. Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên xwe bi israr li hember astengiyan disekinin û asta têkoşînê li hember wan bilind dikin. Ruxmî tevahî projeyên fitne û tesfiyekirinê, Rêveberiya Xweser xebat û têkoşînekê dewam ji bo pêşîlgirtina xeteriyan û destkeftî zirarê nebînin, pêk tîne. Rêveberî li hember planên derve û fitneyan ne bê tehemul e û dê li dijî wan planên li ser gel û projeya xwe bisekinin.

XIZMETGUZARÎ Û SAZÎ

Ruxmî tevahî astengiyan, Rêveberiya Xweser gelek pêşketin pêk anîn û di gelek saktorên perwerde, tenduristî û xizmetguzariyan de bi pêş ket û bi awayekî hevseng pêdiviyên pêkhateyan pêk anî. Lê hîna plan û projeyên ji bo xizmetguzariyên gel û pêkanîna pêdiviyên wan di şopandin û pêkanînê de ne. Divê bal bê kişand ku ruxmî astengî û rewşên dijwar Rêveberiya Xweser destkeftiyeke mezin pêk anîn û li hember tevahî zehmetiyan sekinî.

Em  salvegera 5′an a damezrandina Rêveberiya Xweser li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Em diyar dikin em ê bi hemû enerjiyên xwe projeya demokratîk biparêzin. Em ê nehêlin tu kes hezkirin û biratiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Em ê di têkoşîna li dijî astengiyên geşkirina îstîqrara herêmên me de dewam bikin, her wiha em ê bi hevgirtina gelê xwe û hişyariya wî fitney li Dêrazorê têk bibin û tevahî planên tune bikin.

Bi hembêzkirina gel û têkoşîna wî em ê herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rizgar bikin û li gelên wê yên birûmet vegerînin. Ev ji stratejiyên xebat û erkên Rêveberiya Xweser e û armanca wê ya yekemîn di tevahî aliyan de ye.

Em soz didin gelê xwe ku li ser rêça şehîd û daxwazkerên demokrasiyê yên di oxira rûmetê de canê xwe daye bin. Em nûnertiya projeyeke rasteqîn a xwedî armanc û rêveçûnê dikin ku berovajî ajandeyên derve ye ku nûnertiya ji bilî gel dikin.

Bijî biratiya gelan.. Rêveberiya Xweser rêya ber bi çareseriya nîştimanî li Sûriyeyeke nenavendî ve ye."

(fr)