Rûspiyên Reqayê: Hêzên me QSD`ê dê bi ser kevin û ewlehiyê li Dêrazorê vegerînin

Rûspiyên êlên Reqayê destnîşan kirin ku QSD`ê, dê bi ser kevin û dê ewlehiyê li Dêrazorê vegerînin, dê kesên destê wan di fitneyê de hene, têk bibin. Rûspiyan bang li rûspî û xelkê Dêrazorê kir ku dû nedin fitneyê û aqilane tev bigerin.

Rûspiyên Reqayê: Hêzên me QSD`ê dê bi ser kevin û ewlehiyê li Dêrazorê vegerînin
5 îlon, 2023   00:38
REQA-ENES MIHEMED

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo vegerandina ewlehiyê li Dêrazorê, tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê, 27`ê Tebaxê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir.

Operasyon bi koordîneya rûspiyên Dêrazorê li dar ket. Gelek êl û qebîleyên herêmê piştgirî dan operasyonê.

Rûspiyê êla El Şeîb şêx Elî El Şeîb got: “Hin alî xwestin fitneyê li Dêrazorê derxin, ewlehiya li herêmê têk bibin, projeya Rêveberiya Xweser a herêmê tune bikin. Ji ber ku ev proje, di xwebirêvebirinê de îsbat kir. Desthilatên rejîmên li herêmê, pê dihesin ku ev proje li ser wan xetere ye.”

El Şeîb wiha domand: “Em bi QSD`ê re ne ku bi hebûna wê, ewlehî li herêmê peyda bû. DAIŞ`ê tune kir û herêm ji xirabiyên wê xilas kir. Tu serdem wek ya QSD`ê derbas nebû û em dikarin bi serdema zêrîn nav bikin.”

El Şeîb bang li xelkê Dêrazorê kir ku guh nedin fitneyê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em sûriyeyî ne û xelkê herêmekê ne. Divê em biratiya gelan ji xwe re bikin bingeh û cudahiyê nexin navbera kurd, ereb û suryan.”

Rûspiyê êla El Mûsa El Zahir Ayid El Hadî jî bang li xelkê herêmê kir ku xwedî li QSD`ê derkevin ji ber ku, ev hêz di şerê li dijî DAIŞ`ê de, zêdetirî 14 hezar şehîd dan.

El Hadî wiha pê de çû: “Ev 7 sal in herêm ji terora DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin. Em di nav aştiyê û lihevkirinê de dijîn. Lê ev dewlet û komên xayîn ên li Tirkiye û Erebistana Siûdî, dixwazin fitneyê derxin. Ji ber ku şoreşa wan bi bin ket. Li derveyî welêt in, bang li xelkê li welêt dikin ku şerê hev bikin da ku xirabiya dest pê kiriye, berdewam bikin.”

El Hadî dawiyê îşaret pê kir ku şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokên herêmê ne û got: “Divê xelkê me yê Dêrazorê, bi aqilane tev bigerin, guh nedin şerê propagandayê ku îdia dikin şer, di navbera kurd û ereban de ye. Lê belê, hewldaneke derxistina fitneyê ye ku armanca wê têkbirina Rêveberiya Xweser e. Lê belê wê hêzên me bi ser kevin û ewlehiyê li herêmê vegerînin. Dê tevahî kesên destê wan di fitneyê de hene bigire.”

(şx)

ANHA