Malbatên şehîdan: Em ê şoreşa biratiya gelan biparêzin

Beşdarên konên sersaxiyê yên şehîd Ehmed Yakûb û Ebdulselam Mehmûd û malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan û parastina şoreşa biratiya gelan da.

4 îlon, 2023   15:49
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo konê sersaxiyê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Yakûb ku di 1'ê vê Îlonê de di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" de li Dêrazorê şehîd bûbû, li pêşiya mala malbata wî ya taxa Aşûriyê ya Qamişlo vegirt.

Bi sedan şêniyên kantonê berê xwe da konê sersaxiyê.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman sersaxî da malbata şehîd û got: "Bi fedakariya keç û xortên me yên ji hemû pêkhateyan me, çeteyên DAIŞ'ê û planên li dijî me têk çûn."

Kêfo Osman soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê li hemû qadan heta pêkanîna serkeftinê kir.

Hevserokê Saziya Olî ya Qamişlo Elî Resûl hewldanên derxistina fîtneyê li herêmê şermezar kir û got: "Ev ne cara yekê ye ku dijmin hewl dide îradeya gelê herêmê bi rêya fîtneyan têk bibe, wek ku em berê bi ser ketin em ê dîsa bi hevgirtina xwe bi ser bikevin."

Endama Kongra Star a Qamişlo Mîdya Elawî bang li şêniyan kir ku guh nedin planên li dijî herêmê û soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Îbrahîm Gulo wiha axivî: "Divê em yekitiya xwe ji bo têkbirina planên dijmin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêş bixin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd ji bo malbata wî hat radestkirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê ya şehîd Ebdulselam Mehmûd li dar xist.

Şehîd Ebdulselam Mehmûd ku bi xwe di şîrketa Newroz de rêveber bû di 2'yê vê Îlonê de di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek li dijî erebeya wî de li ser rêya Girkê Legê - Dêrik şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên kantonê berê xwe da gundê wî Sehel ê başûrê rojavayê navçeyê da ku tev li merasîma sersaxiyê bibin.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Etiye Hesen got: "Xwîna pêkahetyên herêmê bû yek û di encamê de civakeke hevgirtî derket."

Piştre, endama Kongra Star a navçeyê Xaliye Ehmed destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan destkeftiyên mezin pêk anîn bi taybetî di rizgarkirina jinên Rojhilata Navîn de û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şefîq Mûsa destnîşan kir ku hewldanên aliyên derve hene ku fîtneyê li herêmê derxin û got: "Wek ku pêkhate di 2012'an de bûn yek û hemû plan têk birin dê niha jî van planan têk bibin."

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Muhyedîn Hesen got: "Bi fedakariya şehîdan civakeke hevgirtî û têkoşer hat avakirin. Em soz didin wan ku rêya wan berdewam bikin."

Kurê şehîd Ebdulselam, Gelhat Mehmûd got: "Bavê min bi rêya şehadeta xwe peyamek wiha da ku malbata şehîd û hemû gelê Kurd dê ji bo parastina welatê xwe her tiştî feda bikin, em ê jî rêya wî bişopînin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(mh/şx)

ANHA