Mezlûm Ebdî: Rewş ber bi aramiyê ve diçe

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku rewş ber bi vegerandina ewlehiyê û aştiya navxweyî ve diçe û diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo têkbirina îstiqrara herêmê êrişan pêk tînin.

Mezlûm Ebdî: Rewş ber bi aramiyê ve diçe
4 îlon, 2023   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X (twitter berê) wiha nivisî: “Bi hevkarî û piştgiriya xelkê me yê Dêrazorê, hêzên me dê di çarçoveya operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` de, xebatên sepandina îstiqrarê li herêmê û peydakirina ewlehiyê, berdewam bikin.”

Her wiha Ebdî wiha domand: “Tevî ku rewş bi saya civaka xwecih, êlên herêmê û QSD`ê, ber bi aramiyê û parastina aştiya navxweyî ve diçe lê dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina îstiqrara li herêmê û tunekirina vîna gelê me, êriş Til Temir û Minbicê dike.”

(şx)