KCDP: Di meha Tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin

KCDP’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin bi destê mêran hatine qetilkirin.

KCDP: Di meha Tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
4 îlon, 2023   15:58
NAVENDA NUÇEYAN

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Tebaxê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin hatine qetilkirin.

Li gorî raporê 8 jin ji ber daxwaza destberdanê, nexwestina lihevhatinê, nexwestina zewacê, nexwestina têkiliyê hatine qetilkirin û yek ji ber pevçûna ji ber kumandayê, yek jî bi hinceta nefretê hatiye qetikirin.

Di meha Tebaxê de 17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatin qetikirin. 4 jin ji aliyê mêrên pê re bûn, 3 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên nas dikirin, yek ji aliyê mêrê ku berê nas dikir ve hatiye qetikirin.

(mh/şx)