QSD`ê banga xelkê Bisêra bersivand

QSD`ê banga şêniyên bajarokê Bisêrayê bersivand û bajarok ji çeteyan paqij kir.

QSD`ê banga xelkê Bisêra bersivand
3 îlon, 2023   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xebatên lêgerînê li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê pêk anîn û bajarok ji komên çeteyan û çeteyan Newaf El Beşîr paqij kir.

QSD`ê, duh li bajarokê Bisêra bi şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Newaf El Beşîr şer kir û di encamê de QSD`ê bajarok ji wan çeteyan paqij kir.

QSD`ê vê sibê, xebatên lêgerînê di nav bajarokê de dest pê kirin, mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê û yên Newaf El Beşîr bi cih kirine, bê bandor kirin.

Xebatên lêgerînê li ser daxwaza xelkê bajarokê pêk hatin. QSD`ê bangên wan bersivand û bi lez bajarok ji çeteyan paqij kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di daxuyaniyeke xwe de gotibû: “Me bangên we wergirtin ji bo ku hêzên me bajarokê we ji komên çekdar paqij bikin ku di çend rojên dawîn de tevlihevî li herêmê derxist, saziyên xizmetguzariyê mîna avê û şaredariyan talan kir û darbe li ewlehiya herêmê da.”

(şx)

ANHA