Zêdan El Asî: Li Dêrazorê komployeke derve heye

Zêdan El Asî anî ziman bûyerên li Dêrazorê rû didin komployeke ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê li pey wê ne. El Asî got operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ dê heta paqijkirina herêmê ji tevahî sûcdaran berdewam bike.

Zêdan El Asî: Li Dêrazorê komployeke derve heye
3 îlon, 2023   13:36
REQA-EHMED EL ESAF

Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê ′ ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  di 27′ê Tebaxê de li dijî şaneyên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê  û kesên destên wan di sûcên cuda de hene daye destpêkirin, dewam dike.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî têkildarî operasyonê û rewşa li Dêrazorê ji ANHA′yê re axivî.

Zêdan El Asî diyar kir ku operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya armanca bihêzkirina ewlehî û îstîqrarê li Dêrazorê berdewam dike.

El Asî wiha domand: "Hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî û Dêrazorê bi taybet hene. Yek ji kesên ku serêkiya van hewldan û komployan dikir fermandarê berê yê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî QSD′ê Ehmed El Xibêl bû. El Xibêl rêzikane û qanûnên leşkerî yên QSD′ê binpê dikir, ji ber vê yekê ji erka fermandariya meclisê hat dûrxistin.′′

El Asî diyar kir ku bûyerên rû daye ji vê yekê mezintir bû û wiha dom da axaftinên xwe: " Aliyên navneteweyî destwerdan li herêma Dêrazorê kir da ku rewşeke bê îstiqrar biafirînin. Van aliyan destek dan hin kesên li Dêrazorê û hin endamên ku ji herêmên rejîma Şamê derbasî Dêrazorê bibûn da ku texrîbatan bikin û bê îstiqrariyê belav bikin."

El Asî aşkera kir ku hin binpêkirinên ewlehî hene ku bi desteka aliyên derve têne kirin û wiha pê de çû: "Dêrazorê eniya yekser bi hêzên rejîmê re ye, rejîma Şamê di rojên borî de çek dan hinek kesên li Dêrazorê da ku fitneyê li herêmê derxin. Her wiha sûd ji zaîfbûna hin eşîran girtin da ku vê lîstokê pêk bînin."

El Asî da zanîn ku bûyerên li Dêrazorê rû didin komployeke derve ye û QSD′ê li hemberî wê  tedbîr girtine.

Zêdan El Asî destnîşan kir ku QSD′ê ji destpêkê ve zanî ev fitne ye, lê derfet da hin aqilmendan ku vê fitneyê çareser bikin û got: "QSD′ê dizanî ku komployeke ji rûdanên heyî mezintir heye, ji lew re ji duh ve dest bi paqijkirina herêmê kiriye û dê pir dirêj nake.  Herêma Dêrazorê dê ji van komên çete û sûcdaran were paqijkirin.′′

El Asî destnîşan kirk u ku şêniyên Dêrazor, eşîr û navdarên wê  ji rûdanên heyî hişyar in û wiha gotina xwe dewam kir: "Wan berê dizanî û ji me xwest ku em vê pirsgirêka ewlehî ya li Dêrazorê bi dawî bikin."

El Asî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û got: " Êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarên Minbicê ve îsbata vê yekê ye. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişê da."

Zêdan El Asî wiha dawî li gotina xwe anî: " QSD′ê û Rêveberiya Xweser li ser bingeha biratiya gelan hatine avakirin. QSD′ê ji tevahî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. QSD′ê bi hîmeke xurt a bi beşdariya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û eşîrên wê hate avakirin û ji bo gêrtina li ber şerekî navxweyî, mezhebî an etnîkî li Sûriyeyê mertal in."

(fr)

ANHA