′Dagirker dê nikaribin ewlehî û îstiqrara herêmên me têk bibin′

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê bi êrişên xwe nikaribin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin.

′Dagirker dê nikaribin ewlehî û îstiqrara herêmên me têk bibin′
2 îlon, 2023   08:11
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran erişî hin gundên Minbicê kirin. Di encamê de hinek gundî şehîd bûn, mal hatin wêrankirin û xelk koçber bû. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva tevahî êrişan da û hewldana çeteyan a dagirkirina gundan têk birin.

Li ser mijarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El Ebo got: "Em li ser êrişên nû yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li seranserî eniyên şerên rojava, rojavayê bakur û bakur, şiyar bûn. Armanca çeteyan ji êrişan ew e ku gundan kontrol bikin."

El Ebo diyar kir ku çeteyan tu gav neavêtin, lê li gundê Muhsenlî tenê hinekî pêş ketin. Her wiha diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva tevahî êrişan da û rewşa mîna berê asayî ye.

El Ebo destnîşan kir k ku ev êriş li ser navê piştgiriya eşîrên li Dêrazorê  hatin kirin ku berê hatibû plankirin û wiha dom da axaftina xwe: " Yên ku ev êriş plan kirine dixwazin bi hestên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilîzin da ku planên aliyên derve pêk bînin û ewlehiya herêmê xirab bikin."

El Ebo da zanîn ku eşîran aqilmend hene ku berjewendiya welat û şêniyan di ser her tiştî re digirin û got: "Divê em ji kesên hewl didin ewlehî û îstiqrarê  xirab bikin, dûr bikevin.′′

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku eşîr ji bo parastina ewlehî û istiqrara herêmê her tim mertal bûn û dê wisa bimînin.

(fr/bb)

ANHA