Li Iraqê qezaya trafîkê: 16 mirî, 13 birîndar-HATE NÛKIRIN

Li parêzgeha Selaheddîn a bakurê Iraqê di qezaya trafîkê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da, 13 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya mirî û birîndaran hemwelatiyên Îranê û ji bo bîranîna Îmam Huseyn çûbûn Iraqê.

Li Iraqê qezaya trafîkê: 16 mirî, 13 birîndar-HATE NÛKIRIN
2 îlon, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iraqê, 16 kesên ku piraniya wan hemwelatiyên Îranê bûn li parêzgeha Selaheddîn a bakurê Iraqê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane, 13 kesên din jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku qeza li ser rêya navbera bajarên Dijêl û Semera yên parêzgeha Selaheddîn pêk hatiye.

28′ê Tebaxê jî li parêzgeha Wasit 21 welatiyên Îranê yên ji bo bîranîna Îmam Huseyn çûbûn Iraqê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

(fr/c)