​​​​​​​Bîlançoya mehekê ya êrişên dijî Eyn Îsayê: 4 şehîd, 4 birîndar

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundên Eyn Îsayê de 4 welatî şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Bîlançoya mehekê ya êrişên dijî Eyn Îsayê: 4 şehîd, 4 birîndar
31 tebax 2023   06:07
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka meha Tebaxê de gundên li eniyên şer ên navçeya Eyn Îsa û gundewarê kantona Girê Spî bi dehan topan, kir hedef. Di encamê de zirarên madî û windahiyên canî çêbûn.

Di 8'ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Şirkê yê rojhilatê Eyn Îsayê yê başûrê rêya navneteweyî M4`ê pêk anî. Di encamê de ji malbata Xemîs El Xelawî 3 kes şehîd û 3 kesên din birîndar bûn.  

Navên şehîdan wiha ne: El Cede Dewze (60), Heya El Xelawî (10) û Ebdulla El Xelawî (3).

Navên birîndaran jî ev in: Melek El Xelawî (12), Tehanî El Xelawî (5) û dayika wan Heya Umer (25).

Ev ne komkujiya yekê ya dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, berî wê jî 5 komkujî pêk anîn ku di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.

Ji komkujiyên ku dagirkeran li Eyn Îsayê pêk anîne; Komkujiye Sefawiye, 2 komkujî li gundê Dibis, komkujiya Elêmat û komkujiya Mezreet Qertac.

Di 18’ê Tebaxê de ji ber teqîna topeke dagirkeran, zarokê bi navê Îbrahîm El Mihemed (14) ku pez li nêzîkî gundê xwe Um El Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê diçêrand, şehîd bû. Ew gund jî ji dema dagirkirina kantona Girê Spî ve di Cotmeha 2019’an de bi awayekî rojane tê topbarankirin.

Ji dema dagirkirina kantona Girê Spî de, 119 welatî şehîd û birîndar bûne, di nava wan de zêdetirî 50  zarokên ji şêniynê gundên li nêzî eniyên şer re hene, ku hêzên Rûsya û hikumeta Şamê jî li wir bi cih dibin.

(mh/şx)

ANHA