​​​​​​​Ji mewsima 2023-2024′an re amadekirina 16 sinfên genim

Saziyên Giştî ên Tovan li ser seradkirin û dezenfektekirina tovan dixebite, da ku li gorî pêdiviyên plana çandiniyê ya 2023-2024′an li cotkaran belav bike û heta niha zêdetirî 10 hezar ton amade kiriye û dê 100 hezar ton ji tovên genim bi 16 sinfan amade bike.

​​​​​​​Ji mewsima 2023-2024′an re amadekirina 16 sinfên genim
30 tebax, 2023   02:36
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Navendên wergirtina genim ên girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mewsima borî de zêdetirî milyonek û 9 hezar ton genim wergirt; jê 118  hezar ton ên zeviyên Saziya Pirkirina Tovan yên piştgirî danê. Ew yek li gorî peyman di navbera wê saziyê û cotkaran de pêk hat.

Sazî destekê dide zeviyên avî yên ku pê re peymanan îmze dike, da ku tovên baş û xwedî kalîteyeke bilind bigihîne.

Li gorî şêwirmendê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Meimê, niha sazî bi rêya gelek navendên xwe li Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Elo û navenda Kebiş li Reqayê li ser seradkirin û dezenfektekirina genim dixebitin da ku tovan ji mewsima çandiniyê ya 2023-2024′an re amade bike.

Desteya Çandinî û Avdanê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya plana çandiniyê de, sinifên herî baş bi buhayeke guncew belav kirin. Desteyê sala borî tov bi buhaya 2 hezar û 300 lîre li cotkaran belav kirin. Her wiha tov ji cotkaran bi buhaya 48 centan kirî. Lê heta niha buhaya tovê ku dê îsal li cotkaran belav bike, diyar nekiriye

Tovên li cotkaran dê werin belavkirin, di mekanîzmeyên seradkirin û dezenfektekirinê re derbas dibin. Saziyê heta niha, di çarçoveya plana amadekirina 100 hezar ton heta Cotmehê de, 10 hezar ton û 400 ton ji tovan amade kiriye. Da ku li gorî pêdiviya mewsima çandiniya 2023-2024′an li cotkaran belav bike.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya civînên bi gerînendetiyên çandiniyê yên kantonan, li ser amadekirina plana mewsima bê dixebite.

Li gorî Meimî, tovên dezenfektekirî bi cureyên xwe yên sert û nerm 16 sinf in û wiha ne; nerm: doma 4, doma 2, doma 6, tayger, Rojava 4 û Rojava 2, yên sertê jî, doma 1, Şam 3, bihos 7, Şam 7, Şam 9 û bihos 11 û piranî jî li gorî navendên lêkolînên cîhanî ne.

Meimî wiha domand: "Armanca xebata komînal a saziyê bi Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê re dûrxistina sinfên nebaş, hilbijartin û gihandina sinfên bi rêya tecrûbeyên kedên herêmî ye. Ew yek bi nebûna tu piştgiriya navenda navneteweyî ya lêkolînên çandinî li herêmên ziwa ′ ICARDA ′ pêk tê."

ZEHMETÎ Û ASTENGÎ

Li ser zehmetiyên li pêşberî saziyê di xebata pêşxistina rewşa çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derdikevin Mihemed Meimî wiha got: "Li kêlek nebûna piştgiriyê ji hêla navenda navneteweyî ya çandiniyê em di wergirtina tovên xwedî kalîteya bilind de astengiyan dikişînin, ji wê zêdetir jî navendên seradkirin û dezenfektekirinê di 1976′an de hatin avakirin û parçeyên wê tune ne, navend û alavên nûjen tune ne, li aliyekî din jî dorpêç heye ku madeya dezenfektekirinê nayê peydakirin."

Meimî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji hefteyekê ve bi tunebûna dermanên pêwîst re rû bi rû ne."

(fr/şx)

ANHA