Jinan qala girîngiya perwerdeyê kir

Jinên ku tev li dewreyeke bîrdozî bibûn der barê rola dewreyê de di guhertina kesayeta wan de axivîn û destnîşan kirin ku perwerde ber bi xwe rizgarkirinê ve, gaveke mezin e ji bo ku tevahî aliyên jiyanê baş nas bikin û kar û barên xw birêve bibin.

Jinan qala girîngiya perwerdeyê kir
30 tebax, 2023   00:34
HELEB – NISRÎN ŞÊXO

Welatiya bi navê Necla Hemze ji dewreya perwerdeyê ku tev lê bûye, dewlemendkirina fikr û xurtkirina giyanê hevaltiyê, birêxistinkirina demê, sebir hîn bû.

Necla Hemze destnîşan kir ku perwerde di guhertina neyîniyên mirov de roleke mezin dilîze û got: "Ew semînerên têr, tijî û girîng hiştin ku ez fikrê xwe baştir bikim."

GUHERTINA KESAYETÊN MIROV

Rewa Hemamê ku ew jî tev li perwerdeyê bibû got: "Ez ji hin adetên şaş xelas bûm, ji bo rizgarkirina xwe min gavên mezin avêtin û piştî vê perwerdeyê guhertin di kesayeta min de çêbû.”

Herî zêde semînera “rastiya pêşengiyê” bala Rewa kişand ji ber ku ew semîner bandoreke mezin li wê û fikrê wê kir. Rewa der barê de wiha axivî: “Hemû semîner di aliyê fikrî de pir dewlemend bûn lê belê semînera ‘rastiya pêşengiyê’ ji bo min a herî balkêş bû. Min hest kir ku ez hewcedara wê me ji ber ku ew rêvebertiya rastîn û ya dirust fêrî me dike.”

Ji hundirek tarî ber bi asoyên fireh ên fikr, wiha Rewa perwerde pênase kir û got: "Ez fêrî rêveberî û îrade û birêxistinkirinê bûm, ez ê jî vî fikrî belav bikim û bawer im ku ew ê li seranserî cîhanê belav bibe."

Rewa, Necla û 19 jinên din ên pêkhateya Ereb a taxa Şêxmeqsûd a Helebê tev li perwerdeyê bûn ku nêzî 15 rojan li Akademiya Star man. Perwerde di 12'ê Tebaxê de dest pê kir û heta 27'ê heman mehê dom kir. Di wê perwerdeyê de girîngiya perwerdeyê, rastiya pêşengiyê, zayendperestî, civaka demokratîk, pergala hevseroketiyê û gelek semîrên fikrî yên din hatin dayîn.

BI BEŞDARIYA JINAN DEWLEMEND BÛ

Dewre bi navê şehîd Yusra Derwîş hat navandin, ku ew jî hevseroka Meclisa kantona Qamişlo bû û di 20'ê Hezîrana vê salê de tev cîgira hevseroketiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo – Tirbespiyê şehîd bû.

Endama Akademiya Star a Kongra Star a Helebê Ranya Hemo destnîşan kir ku perwerde bi beşdariya jinan û pêşniyarên wan dewlemend bû.

Ranya wiha domand: "Xuya bû ku pêwîstiya jinan bi perwerdeyê hebû da ku nêrîn xwe parve bikin. Ew xwedî îradeyeke xurt in û ew ê tiştên ku fêr bûne di pratîkê de pêk bînin.”

(mh/şx)

ANHA